THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
- rojane
- 08:12 14/4/2024
Seferên balafirên THY, AJet û Pegasusê yên ji Stenbolê diçûn Tehran û Îsfehenê hêj ji Tirkiyeyê derneketin hatin vegerandin.
Seferên balafirên THY, AJet û Pegasusê yên ji Stenbolê diçûn Tehran û Îsfehenê hêj ji Tirkiyeyê derneketin hatin vegerandin.
Di êrişa çekdarî ya li Beyogluya Stenbolê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Bazirganiyê derbarê Îsraîlê de biryara “kêmkirina” bazirganiyê dabû. Ragihînerê Siyasetê Evren Bariş Yavuz ê têkildarî biryarê parvekirin kiribû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî qezaya teleferîkê ya li Antalyayê daxuyanî da û diyar kir ku derbarê 13 kesên firmaya teleferîkê bi rê ve dibin û yên bi tamîrkirin û lênêrîna xetê berpirsyar in, biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Baroya Şirnexê daxuyand ku kare çawişê pispor ê jinekê tacîz kiriye hatiye sekinandin û piştî tedawiya xwe jî hatiye binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku di bobelata teleferîkê de 17 kes rakirine nexweşxaneyê, di xebatên dom dikin de 150 kes hatine tahliyekirin û ji bo xelaskirina 18 kesan jî xebat didomin.
Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin ku ew di vê daxwaza xwe de biisrar in.
ÎHD û Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re li sê bajaran daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş Yildirim Demîr, Mehmet Guvel û Abdullah Zorarslan bên berdan.
Çawişê pispor ê duh li Şirnexê jinek tacîz kirî bi meşekê hate protestokirin. Parlamenter Newroz Uysal Aslan got ku faîl tê parastin.
Cîhan Oral bi ser mala Ayşe Înceyolê de girt û 3 kes qetil kir û kesek jî bi giranî birîndar kir. Tevî 35 roj bi ser bûyerê re derbas bûne jî hêj Oral nehatiye girtin.
Xizmên Windakiriyan li Êlih û Colemêrgê aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn û xwestin faîlên wan bên darizandin.
Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ku 29 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn û gotin ku dê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin.
Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Antalyayê da zanîn ku piştî rûxsetkirina Tesîsa Teleferîkê ya Tunektepeyê ya sala 2017’an, kontrola wê bi awayekî rêkûpêk nehatiye kirin.
Serokê AFAD’ê Okay Memîş têkildarî qezaya teleferîkê daxuyanî da û got ku stûna 5’emîn a teleferîkê ji ber hezazê şikestiye.
Aktîvîstê kurd Serhat Gultekîn ku Fransayê radestî Tirkiyeyê kir û li balafirehê dihat ragirtin, hate girtin û şandin girtîgeha Metrîsê.