Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
- rojane
- 11:20 19/7/2024
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Giştî ya Îmraliyê da.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Giştî ya Îmraliyê da.
Parêzerê Vedat Kurt ê dema heqê xebata xwe dixwest hatibû revandin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin, Yûsûf Onkol diyar kir ku heke bersûcên gefan li miwekîlê wî dixwin neyên girtin, xetere li ser jiyana wan heye.
KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû kurdistaniyan kir ku ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin.
Dewleta tirk a ji Herêma Behdînanê re sewqiyeta leşkerî didomîne, çoltara Herêma Biradostê bombebaran kir.
Mamosteyê olî yê ji Eşîra Berzenciyan Resûl Berzencî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da û wiha got: “Yekitiya neteweyî dê dawî li van êrişên dagirkeriyê bîne.”
Malbata Cengîz Dal ê rojekê piştî li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê ji hestiyê kemaxa xwe emeliyat bû û ew şandin girtîgehê, anî ziman ku ji ber piştguhkirina nexweşxane û girtîgehê kurê wan piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest daye.
Rojnameger Sadik Topaloglû ji girtîgehê peyam şand û got ku ji dosyayeke mukerrer li hemberî wî komplo hatiye çêkirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna barana zêde hişyarî da 6 bajaran.
Mîhrîcana Berxbirê ya ku li navçeya Elkê ya Şirnexê weke kevneşopiyeke kevnare tê li darxistin îsal ji aliyê şeredariya AKP'ê û qeymeqamiya navçeyê ve bi beşdarbûna stranbêjên tirk tê lidarxistin.
Girtî Rezzan Şengul ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, 113 roj in di greva birçîbûnê de ye. Malbata Şengul got ku ew ji ber jiyana zarokê xwe fikaredarin û ji rayedaran xwestin ku daxwazên wî qebûl bikin.
Li Konakê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qeçaxa ceyranê de ku 2 kes ji ber mirin, 14 kes hatin girtin.
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê da û got: “Êriş bi piştevaniya PDK’ê pêk tên. Wê gelê kurd hesabê vê yekê ji PDK’ê bipirse.”
Kudret Aksû ya ku kurê wê Suleyman Aksû di Komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin diyar kir ku roja kurê wê hat qetilkirin edalet jî bi wî re hatiye binaxkirin.
DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bêyî ku seaetên 130 malan bixwîne bi milyonan lîre ceza li welatiyan birî. Fatûre li malên ku bi salane vala ne jî hat birîn.
Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê diyar kirin ku li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê bûye tişta herî zor û ew kesek jî bimînin dê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.