STENBOL- Cavît Nacî Tarhan ku şahidê windabûna Kenan Bîlgîn ê di binçavan de hat bindakirin, nameyek ji çalakiya Dayikên Şemiyê şand û ji komîsyonê xwest ku dosyeyên winda ronî bike.
Dayikên/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran dicivin, çalakiya xwe 1068'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin kom bûn û li aqûbeta Kenan Bilgin ku di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hat binçavkirin û windakirin, pirsin.
Ji xizmên windayan Setenay Yarici di çalakiyê de metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku Kenan Bilgin (35) li rawestgehek otobusan a li Dîkmen a Enqereyê hatiye binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Yariciyê diyar kir ku malbata Bilgin, parêzerên wan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hewl dane ku bigihîjin Kenan Bilgin û got: "Lêbelê, Midûriyeta Polîsan a Enqereyê înkar kir ku ew nehatiye binçavkirin. Piştî vê yekê, yanzdeh şahidan bi eşkereyî diyar kirin ku wan Kenan Bilgin li qereqola polîsan dîtoye û îşkence lê hatiye kirin. Malbata Bilgin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û xwest ku Kenan bê dîtin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Selahattîn Kemaloglû ku ji bo dîtina Kenan û dîtina sûcdaran hewl da, lê nehiştin ku erka xwe pêk bîne û ji Enqereyê hat sirgûnkirin. Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Ozden Tonuk ku lêpirsînê girt ser xwe, der barê serlêdanên malbat û şahidan de gavên pêwîst neavêt. Tevî ku şahid O. A. û M.Y. gotin ku ew dikarin 'polîsên ku Kenan Bilgin ji hucreyê derxistine teşxîs bikin' jî, lê wî tiştek nekir. Wî doz bi nivîsandina raporeke sêrûpelî bi dawî kir ku îdia dikir ku şahidan îdiayên derew kirine ku armanc ew bûye ku polîs û dewletê biçûk bixin. Lê DMME'yê diyar kir ku rapor li derî rastiyê ye."
Setenay Yariciyê diyar kir ku malbata Bilgin piştî ku bi rêya qanûnên navxweyî encam negirt, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Setenay Yariciyê got: "Dadwerên DMME'yê hatin Enqereyê û lêkolîn kirin. Wan şahid, dozger û polîsan guhdarî kirin. Wan serdana navenda ragirtinê ya ku Kenan Bilgin lê dihat girtin kirin û lihevhatina cîhî ya îfadeyên şahidan verast kirin. Her çend DMME'yê diyar kir ku îdiayên malbata Bilgin zelal in jî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê diyar kir, 'Tu delîl nehatine dîtin ku Kenan Bilgin birine navendên ragirtinê yên Midûriyeta Polîsan a Enqereyê' û bi hinceta demboriyê biryara nedarizandinê da. Îtîrazên li dijî vê biryarê jî hatin redkirin. Tu tevdîrên qanûnî nehatin girtin. 31 sal in aqûbeta Kenan di nediyar e, di heman demê de sûcdarên naskirî hatine parastin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Kenan Bilgin, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û bibîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere."
Piştî daxuyaniyê, birayê Bilgin, Îrfan Bilgin, diyar kir ku êşa wan hîn teze ye û got: "Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin bêdeng mane û li dijî kesên ku van kesan kuştine tu tevdîr negirtine. Tevî ku dosyeyên ku me pêşkêşî dewletê kirin zelal bûn jî, wan dosye girtin û gotin, 'Di vê dosyeyê de tu delîl tunebûn, ji ber vê yekê, ew ber bi dozê ve nehatiye veguheztin.' Lê em dibêjin ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê demborî nabe. Çi bikin bila bikin, ev mirov nayên jibîrkirin. Ne 30 sal, 100 sal jî derbas bibin, ev mirov bi me re dijîn û dê bi me re bijîn."
NAMEYA ŞAHID
Di dawiyê de, nameya ku Cavît Nacî Tarhan, şahidê doza Bilgîn, ji bo xwepêşandanê şandibû, ji hêla endamê ÎHD'ê Taylan Bekîn ve hat xwendin. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: "Ez şahid im. Min şahidiya windabûna Kenan Bilgîn kir dema ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di binçav de bû. Ez jî di heman demê de li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê hatibûm binçavkirin. Ger 'Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' ya ku hatiye damezrandin û niha hewl tê dayîn ku were xebitandin, dixwaze meseleyan ronî bike, ger gavekê biavêje, divê dosyeyên windayan veke û hemû berpirsiyaran eşkere bike. Dewleta ku her tiştî belge dike, divê van dosyeyan eşkere bike û pêvajoya aştiyê bi windayên di binçav de bide destpêkirin. Ez şahidê binçavkirina Kenan Bilgîn im ku ew birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê û tişta ku piştre qewimî. Ez ê şahidiyê bikim; ez ê vê erka mirovî bidomînim."