KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
- rojane
- 16:14 23
KNK’ê derbarê serdana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Hewlêr û Bexdayê, daxuyanî da û wiha got: “Şerê ku Erdogan dixwaze derbixe ji bo tevahiya Rojhilata Navîn talûke ye.”
KNK’ê derbarê serdana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Hewlêr û Bexdayê, daxuyanî da û wiha got: “Şerê ku Erdogan dixwaze derbixe ji bo tevahiya Rojhilata Navîn talûke ye.”
Nezan Gozen a ji madeya AYM’ê betal kiribû cezayê hefsê girtiye, ji ber biryarên cuda ên dadgehan, bi zaroka xwe ya 18 mehî ve xistin girtîgehê.
Nûnerên sendîkayên perwerde û tenduristiyê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya li dijî çapemeniya kurd dan û wiha gotin: “Îktîdar hewl dide tola têkçûna xwe ya di hilbijartinên xwecihî de ji çapemeniya kurd hilîne.”
Rojnameger Încî Hekîmoglû bertek nîşanî êrişa li dijî Çapemeniya Azad da û wiha got: “Ji bo veşartina sepanên derhiqûqî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin.” Rojnameger Îrfan Aktan jî got ku çapemeniya kurd tevî zextan jî tu carî bêdeng nema.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê banga berdana Makbûbe Ozer (81) a ji nû ve hatiye girtin kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo “Destûra Bingehîn a Demokratîk” bang kir û wiha got: “Pêdiviya civaka Tirkiyeyê ya sereke destûra bingehîn a demokratîk e. Werin em bi hev re xwe ji destûra bingehîn a darbeya 12’ê Îlonê xelas bikin û Komara Demokratîk bi hev re ava bikin.”
HDK, DBP û DEM Partiyê êriş û binçavkirinên li dijî xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî zext û operasyonên binçavkirinê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Ev tiştên serê sibê qewimîn nikare ji berxwedana gelê kurd a kolanan û sekna rast cuda bigirin dest.”
Ji bo parêzerên rojnamegerên li Stenbol, Enqere û Rihayê di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn.
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bertek nîşanî êrişên li dijî çapemeniya kurd dan û wiha banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re kirin: “Ji ber ku heke Çapemeniya Azad bêdeng bimîne, dê civak jî bêdeng bimîne.”
Şaredariya Farqînê ya DEM Partiyî biryarên qeyûm ên têkildarî dewirkirina neguhêzbaran betal kir.
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 37 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li dijî binçavkirinên xebatkarên Çapemeniya Azad, ser medyaya dijîtal bertek hatin nîşandan.
Hejmara xebatkarên Çapemeniya Azad ên li Stenbol û Enqereyê di encama serdegirtinên malan de hatine binçavkirin bû 9 kes.
KNK'ê serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir û got, "Ji dem û dezgehên ragihandina Kurdî re carek din piştgiriya xwe diyar dikin û berxwedana wan pîroz dikin."
Platforma Bîranîna 24’ê Nîsanê dixwest di salvegera 109’an a Qirkirina Ermenan de li Kadikoyê merasîma bîranînê li dar bixe lê ji hêla Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin.