Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome

  • rojane
  • 20:08 10 Îlon 2025
  • |
img
STENBOL- Mehmet Emîn Sîraç ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket,got: "Heya em bigihên armanca xwe dê têkoşîn bidome." 
 
Mehmet Emîn Sîraç, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê derket. Sîraç ku di sala 1995'an de li navçeya Yuregîr a Edeneyê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" ve cezayê muebedê lê hat birî, îro ji girtîgehê derket. 
 
Sîraç, li ber girtîgehê ji aliyê MATÛHAY-DER û malbata xwe û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin. Sîraç li ber girtîgehê axivî û got: "Heya em bigihên armanca xwe dê têkoşîn bidome."