ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
- rojane
- 09:00 21/10
253’yemîn hejmara Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çareserî li Îmraliyê ye” derket. Rojnameyê bi vê manşetê bal kişand ser niqaşên “çareseriyê” yên ku beyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên kirin.
arlementerê Rihayê Omer Ocalan ê ku bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re pirsa “Çima hiqûq nayê pêkanîn?” kir.
Hate aşkerekirin ku tevlibûna hilbijartinên giştî ya serdema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bû ji sedî 64.
Li gorî encamên hilbijartinê yên baroyên ku lijneyên xwe yên giştî pêk anîn Serokê Baroya Îzmîrê bû Sefa Yilmaz, Serokê Baroya Dîlokê bû Bulent Dûran û Serokê Baroya Wanê bû Sînan Ozaraz.
Mehmet Zekî Karataş ê Girtîgehên Ewlehiya Bilind ku bi salan lê hate ragirtin weke “goristanê” penase kir, li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê kir. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û banga têkoşînê kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dê metna bangê bide Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku wê sibê biçe serdana wî.
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê malbatên Oz û Demîr ên di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn.
53’yemîn Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê bi encam bû. Namzetê Koma Parêzerên ji bo Guherînê Îbrahîm Kaboglû bi 7 hezar û 219 dengan bi ser ket.
Dengdayîna ji bo hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû.
Qedexeya derketina kolanan a li gundên Elfan û Barmanê yên navçeya Stewrê hatin rakirin. 4 kesên hatin binçavkirin li femandariya cendirmeyan tên ragirtin.
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi topên hewanê êrişî gundê El Fetsa yê Eyn Îsayê kirin. Di êrişê de 3 zarok hatin qetilkirin.
Berpirsyarê Herêma Hilbijartinê ya Dihokê yê YNK’ê Hecî Silêvaney ku Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopîne, wiha got: “PDK’î zextê li gel dikin ku dengê xwe bidin wan.”
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl çûn serdana şîna Serhat Temîzer ê ku di roja biryara tehliyeya wî hatiye dayin de li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.
Îlahiyatnas Dunayser Mendelkanî di komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” de axivî û got; “Divê civak jinûve were avakirin.” Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Dîba Keskîn jî ev tişt anî ziman: “Divê em bajar bi bajar bigerin û gel vexwînin wijdanê. Civakeke biexlaq, bi avakirina civakeke xwedî wijdan dibe.”