Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
- rojane
- 14:02 31/8/2024
Emîne Şenyaşar ku çalakiya xwe ya li pêşiya Meclisê didomîne, diyar kir ku heta bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê dike dê çalakiya xwe bidomîne.
Emîne Şenyaşar ku çalakiya xwe ya li pêşiya Meclisê didomîne, diyar kir ku heta bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê dike dê çalakiya xwe bidomîne.
Ji zarok Narîn Guran a li navçeya Rezanê winda bûye 11 roj in tu agahî nayên girtin. Têkildarî windabûna Guran, apê wê S.G. di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Girtiya nexweş Makbûle Ozer a 82 salî îro hate berdan. Kurê Ozer, Medenî Ozer diyar ki ku dayika wan bêyî agahiyê di saetên serê sibehê de hatiye berdan û wiha got: “Dayika min saetekê li pêşiya girtîgehê hate sekinandin.”
Di êrişên Îsraîlê yên şevên din li dijî Şirîda Xezeyê de herî kêm 29 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê heta niha de zêdetirî 40 hezar filistînî hatin qetilkirin.
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna mitînga 1’ê Îlonê ku dê li Qada Şêx Seîd were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Pêdiviya gelen bi aştiyê heye. Rêya aştiyê jî di şikandina tecrîda li Îmraliyê de ye.”
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya banga beşdariya meşa 1’ê Îlonê ya li Amedê kir û got: “Ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd bila gavên pêwîst bên avêtin.”
Dayikên Aştiyê ji bo aştiye bi rûmet were pêkanîn têkoşînek bênavber didin û diyar kirin ku şer li her qadê bandorê dike û gotin tenê Abdullah Ocalan dikare aştiyê pêk bîne.
Abdullah Ocalan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd têdikoşe, dibêje “Ez ji bo aştiyê şer dikim.” Tevî daxwazên aştiyê jî Ocalan li Îmraliyê tê tecrîdkirin.
Girtiya nexweş Makbule Ozer piştî ku 254 roj girtî ma, cezayê xwe qedand û tehliye bû.
Koordînatorê Girtîgehan ê Şaxa OHD a Rihayê Sabrî Gungen bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û got ku sedema van binpêkirinan tecrîda Îmraliyê ye.
Serokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Salih Coşkûn diyar kir ku li girtîgehên Serhedê pêkanînên Esat Oktay Yildiran di dewrê de ne û got ku kurdî tê qedexekirin û tecrîd zêde bûye.
Li gorî biryara bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Xizîne û Darayî, bikaranîna mal û milkê GOZÎZDER’ê hate bisînorkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê anî ziman ku Tirkiye sûcê li dijî şer dike û got ku li dijî şer rêxistinkirina xeta têkoşînê ya hevpar divê û 1'ê Îlonê ji bo vê firsendeke girîng e.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez tekildarî meşa 1'ê Îlonê dê li Silopiya bê lidarxistin bang li gel kir ku bi hev re dengê aştiyê bilind bikin.