Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
- rojane
- 11:20 02
Cenazeyê Şirîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî ku li navçeya Şîşliye winda bûbû hate dîtin.
Cenazeyê Şirîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî ku li navçeya Şîşliye winda bûbû hate dîtin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li Amedê tev li civîna gel bû, îşaret bi çareseriya pirsgirêka kurd kir û wiha got: “Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.”
Dayika Sezer Alan ê ku li Girtîgeha Îdirê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da Selma Karadereyê, behsa îşkenceyên li girtîgehê li kurê wê hatine kirin kir û got: “Ew xwe nakujin. Wan dikujin, didin kuştin û wekî xwe kuştibin nîşan didin."
Ji roja ku gengeşeyên "pêvajoya nû" ku ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ve di 2'yê Cotmehê de hatin destpêkirin, li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bi sedan êriş hatin kirin. Di van êrişan de zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, 688 kes hatin binçavkirin, 26 kes hatin girtin û qeyûm tayinî şaredariyekê hat kirin.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê ragirtin re “cezayê dîsiplînê” yê nû ku hevdîtina bi malbatê re asteng bike hate birîn.
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî û ya nava dev mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Dewlet mafê jiyanê tune dihesibîne.”
Li Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidar xistin û peyama ku bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn.
Li Semsûrê cendirmeyan bi ser mala ku nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegihanê Pîrhayê Kamber Yildiz lê diman de girtin.
24 kesên ku di dema operasyona Herekolêde hatibûn binçavkirin, 10 ji wan hatin girtin.
Parlamenterên DEM Partiyê, li dijî qeyûm tayinî Şaredariya Esenyûrtê hat kirin, çû serdana welatî û esnafan û soza têkoşînê dan.
Li Cizîrê 4 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Cenazeyê endama HPG'ê Nûrşîn Bedir a di meha Tîrmehê de li navçeya Elkê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da 4 meh şûnde radestî malbatê kirin.
Li gundê Xirxirê yê girêdayî navçeya Qoserê ciwanê bi navê Îhsan Adsiz ê 20 salî întîhar kir.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, anî ziman ku aştî ne meseleyeke ku ji niyeta baş a desthilatê re bê hiştin û wiha got: “Ji bo ku Abdullah Ocalan hem bi rêxistina xwe re hem jî bi beşên civakî re hevdîtinê bike, em ê hewl bidin ku şert û mercan biafirînin.”