Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
- rojane
- 15:22 10/5/2023
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 779’emîn de berdewam dike.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 779’emîn de berdewam dike.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk re li Qamişloyê bi tevlibûna dehhezaran kesan mitîng hat lidarxistin.
Siyasetmedar Alp Altinors ê ji Doza Kobanê girtî ye bal kişand ku kampanyaya hilbijartinê ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kampanyaya hilbijartinê di çarçoveya Doza Kobanê de bi rê ve dibe û wiha got: “Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne.”
Şanoger Ozcan Ateş ê ku bi karektera "Xalê Şêro" derdikeve pêşberî şanohezan vê carê behsa bikaranîna dengan kir.
Rojnamevanên girtî, beriya ku Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû were girtin jê re name şandibûn. Piştî ku Muftuoglû were girtin name gihîştin navnîşana wê.
Hemû cadeyên sereke û kolanên Êlihê bi hinceta mitînga serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatin girtin.
Beriya hilbijartinê piştevaniya rewşenbîr, nivîskar û hunermend bo Partiya Çepên Kesk berdewam dike.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepê Kesk a Mereşê diyar kir ku CHP li bajar derewa “Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me” di nava gel de belav dike.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di mitînga Dêrsimê de axivî û bertek nîşanî gotina “cure” a ku Erdogan bo elewiyan anîbû ziman da û got: “Ev baweriya qedîm dê we bişîne.”
Bi boneya meha 91’emîn a Komkujiya Garê ya Enqereyê bîranînek hate lidarxistin. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e û banga hevrûbûnê hate kirin.
Namzetên Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga fînalê ku dê sibê li dar bixin banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Dê ev mitîng beriya hilbijartinê bibe wêneyê serkeftinê yê hilbijartinê.”
Rauf Kocaman ku di gelek hilbijartinên berê de Serokatiya Lijneya Sindoqan kiriye, têkildarî bikaranîna dengan hişyarî da û wiha got: “Li sindoqên ku muşahid lê tuneyî jî mafê gel heye ku hilbijartinan bişopîne.”
Rêveberê Baroya Sêrtê Rodî Bîlek destnîşan kir ku li ser sindoqan ji bo ewlehiya hilbijartinê muşahîd girîng in û wan li gund û navçeyan li hemberî pirsgirêkên muhtemel tevdîr girtine.
Di demekê ku êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin de hat ragihandin ku cerdevanê bi navê Mûstafa Enç ji zinar ketiye xwarê û miriye.
Namzetê AKP’ê yê Dîlokê Abdulhamît Gul dema wezîrtiya dadê dikir, 228 girtiyên tehliyeya wan hatin astengkirin li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û binpêkirina maf û azadiyan zêde bûn.