Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir

  • rojane
  • 10:25 10 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Di demekê ku êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin de hat ragihandin ku cerdevanê bi navê Mûstafa Enç ji zinar ketiye xwarê û miriye. 
 
Hat îdiakirin ku sercerdevanê gundê Bêjûhê yê navçeya Qileban a Şirnexê Mûstafa Enç ku tev li êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dibû, ji zinar ketiye xwarê û birîndar bûye. Hat zanîn ku Enç bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li wir miriye. Cenazeyê Enç, li gundê wî hate veşartin. 
 
Wezareta Parastinê ya Neteweyî heta niha jî têkildarî mirina Enç tu daxuyanî nedane.