MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
- rojane
- 14:33 24/5/2023
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ragihand ku endamên wan MYK’ê ji bo geşedanên dawî binirxînin dê bicivin.
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ragihand ku endamên wan MYK’ê ji bo geşedanên dawî binirxînin dê bicivin.
Serokê Şaxa DÎSK/Genel Îş a Mêrdînê Rahmî Guneş û malbata wî hatin binçavkirin.
Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Yakup Ataş diyar kir ku windakirina di binçavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Divê daxwazên me yên ji bo edalet û heqîqetê bên bicihanîn.”
Li Dêrikê du malbatan li ser erdan li hev xist û 4 jê giran 11 kes birîndar bûn.
Nûçeyên têkildarî daxuyanî, çalakî û xwepêşandanên Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun tev li bûyî weke “banga rêxistinê” hatin qebûlkirin û 15 sal cezayê hefsê ji bo Altûn hate xwestin.
Berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê ya li dijî hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê didome. Êrişa artêşa Iraqê li Almanya û Fransayê jî hate şermezarkirin û ev bang hate kirin: “Divê NY berpirsyartiyên xwe pêk bîne û artêşa Iraqê jî xwe ji Mexmûrê vekişîne.”
Li Êlihê di encama serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin.
Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya ji bo Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan hate redkirin.
12 muzîkjenên ku beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê li Îzmîrê tev li vekirinên buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên bûbûn bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Qeyûmê Şaredariya Cizîrê, avahiya şaredariyê ya berê bi 65 milyon lîreyan firot.
Partiya Zafer, aşkere kir ku dê di tura duyemîn a hilbijartinê de piştgiriya Kiliçdaroglû bike.
Zaroka 5 salî Y.Y. ku li navçeya Silopiyayê maşîneya zirxî lê dabû ji nexweşxaneyê derket.
Rojnamevan Delal Akyuz ê bi tawanbariyên dubare hatibû binçavkirin, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.
Malbata Şenyaşar a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Ji bêedaletiya heyî, daraza ku hesabê napirse herî kêm qasî faîlan sûcdar e.”
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911’an”, derheqê 33 nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên tev li pîrozbahiya 1’ê Gulanê bûne lêpirsîn da destpêkirin.