MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin

  • rojane
  • 14:33 24 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ragihand ku endamên wan MYK’ê ji bo geşedanên dawî binirxînin dê bicivin. 

 
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ragihand ku dê endamên wan ên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) dê rewşa dawî ya piştî îmzekirina protokola di navbera Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag de pêk hat de, binirxînin dê bicivin. 
 
Têkildarî civînan her du partiyan jî li ser Twitterê ev peyam belav kirin: “Em wek Desteyên Rêveberiya Navendî yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ji bo em rewşa dawî ya ku derketiye holê binirxînin û em helwesta xwe ji raya giştî re eşkere bikin, em dicivin. Piştî civînê em ê daxuyaniya nivîskî bidin.”