Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
- rojane
- 14:14 12/7/2023
Rojnamegerên girtî bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û gotin ku ev 13 meh in bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin.
Rojnamegerên girtî bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û gotin ku ev 13 meh in bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin.
Li navçeya Licê ya Amedê dîmenên ku leşker tundiyê li şivanan dikin derketin holê. Ji şivanan Hanîfî Yalavûz got: “Ji şerê qewimî me kirin berpirsiyar. Me avêtin erdê û bi pehînan li serê me dan.”
Karmend Oktay Mungan li Nisêbînê ji hêla komeke çete ve hatibû kuştin û hinek miştekiyên di dozê de îfadeyên xwe yên têkildarî Mehmet Şerîf Başak ku di dozê de weke “pêdanker” dihat darizandin guherandin. Kurê Mungan, da zanîn ku gef li wî û miştekiyan hatine xwarin.
Ji ber ku tumora di mejiyê girtiya nexweş Ozge Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin mezin dibû, bijîşk gotibû ku divê bi lezgînî were emeliyatkirin. Hat zanîn ku tevî gotina bijîşk jî Ozbek dîsa birin girtîgehê.
Edîtorê MA’yê Azîz Orûç ê ku bi “Çima hûn nûçeyên magazîn, sporê çênakin” tê sûcdarkirin wiha got: “Heke ku heqîqetek hebe û tu dest jê berdî wî nenivisînî nabe.”
Dr. Mûstafa Pekoz diyar kir ku NATO di mijara parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemfikir e û wiha got: “Enqereyê ev rastî dît û ferq kir ku nikare bi daxwaza tesfiyekirina HSDê re vê pirsgirêkê bi DYA û NATO’yê re çareser bike.”
Di doza Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir de biryar hat dayîn ku ka bûye parlamenter an nebûye dê ji Meclisê bê pirsîn.
Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir û got: “Kesê ku berpirsiyarê edaletê ye, hêviya edaletê nake. Ew ji wezîfeya xwe berpirsiyar e ku bîne cih.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Mazlum Dag û Abdurrahman Er li dijî binpêkirinan li Girtîgeha Hewlêrê dabûn destpêkirin, di roja 56’an de didome. Tevî gelek bangawaziyan jî heta niha rayedarên Başûr tu gav neavêtine.
Dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş got ku derîçeyê dilê keça wê dirize û ev tişt anî ziman: “Divê keça min û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?”
Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler diyar kir ku komkujiyên ku li Geliyê Zîlan li hemberî gelê kurd dest pê kirin hê jî didomin û got: "Kurd ji dema Lozanê ve tên kuştin. Feraseta komkujer hê jî wekî berê ye."
Danişîna doza 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran a li Amedê di roja duyemîn de dest pê kir.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve herêma Botanê wekî herêma "ewlehiyê ya taybet" hatiye ragihandin û got: "Ji serdema 90'î heta niha vê herêmê bi qanûnên OHAL'ê bi rê ve dibin. Armanc bêmirov hiştina vê herêmê ye. Polîtîkayên xwe yên li ser vê herêmê anîne asteke wisa ku gel dibêje, 'xwezî bi salên 90'î."
Li Wanê bi bi germahiya hewayê re av tê qutkirin. Welatiyên ku ji ber vê mexdûr in bi gotina "zilma qeyûm" bertek nîşan dan.
Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali diyar kir ku rewşa penaberên ku li Kampa Lavrioyê dimînin li gor têkiliyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de dirûv digirin û got ku valakirina kampê bi tevkariya NATO'yê hatiye kirin.