Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn

  • rojane
  • 11:51 12 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Di doza Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir de biryar hat dayîn ku ka bûye parlamenter an nebûye dê ji Meclisê bê pirsîn. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna duyemîn a Bayindir li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Keskîn Bayindir tev li danişînê nebû û parêzerên wî Burhan Arta û Yunsu Muratakan di danişînê de amade bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyê parêzerên Bayindir parastina miwekîlên xwe kirin û parastinên xwe yên berê dubare kirin û xwestin miwekîlê wan bê beraetkirin. Parêzeran diyar kir ku miwekîlê wan bûye parlamenter û hemû tevdîrên kontrola edlî bên rakirin û darizandina wî bê sekinandin. 
 
DÊ PARLAMENTERIYA WÎ JI MECLISÊ BÊ PIRSÎN 
 
Dozger xwest ku parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn û sekinandina darizandinê li gorî bersiva ji Meclisê were dê binirxînin. 
 
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a li ser Bayindir berdewam bike û parlamenteriya wî dê ji Meclisê bê pirsîn ka mebûs e an na û biryara sekinandina darizandinê dê li gorî bersiva ji Meclisê bê were eşkerekirin. Dadgehê danişînê taloqî 8’ê mijdarê kir.