'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
- rojane
- 09:06 05
Li Geverê kurê şivan Sertîp Şen ê 6 sal berê ji aliyê Çawişê Pispor M.T ve hat qetilkirin Abdullah Şen got, "Eger kiryar neyên cezakirin, piştî vê bûyerê wê bêhtir wêrek tevbigerin. Di demên pêş de wê rê li ber cînayetên hîn mezintir veke."