Li çolterên Licê operasyona leşkerî
- rojane
- 11:00 17/9/2023
Li çolterên Taxa Daraqol a navçeya Licê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.
Li çolterên Taxa Daraqol a navçeya Licê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.
Lêkolîner û Nivîskar Namik Kemal Dînç di konferansa “Di sala sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” de diyar kir ku bi Peymana Lozanê re Kurdistan bûye çar parçe û wiha got: “Tu mafên hevpar hebin divê bên dayîn. Divê 10 dewletên ev metn îmze kirine van xalan pêk bînin. Em mafên xwe dixwazin.”
Helîkoptera ku mudaxileyî şewata daristana li navçeya Menderesê dikir kete nav ava bendavê.
AYM'ê têkildarî malbata Şahînê ku li navçeya Rêya Armûşê di avaêtina ser malê de hat binçavkirin û piştî 4 rojên îşkenceyê hat girtin, biryara "binpêkirina mafan" da.
Dayikên Aştiyê yên Rihayê bertek nîşanî hevkariya PDK ya bi Tirkiyeyê re û êrişên li dijî HPG'ê dan û gotin ku divê gelê kurd li dijî vê "îxanetê" rabe.
Li gundê Banayê ku 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, pezê gundiyan ji gund hatin derxistin û çûna nava zeviyan û bexçeyan jî qedexe ye. Gundiyan bertek nîşanî dorpêçê dan û gotin: "Em nikarin heta mala cîranên xwe jî biçin, pezê me ji gund derxistin, em niha di gund de esîr in.”
Li Seqizê Fardîn Jafariyê ku gava diçû goristanê leşkerên Îranê ew gulebaran kirin, jiyana xwe ji dest da.
Îraniyên di yekemîn salvegera Jîna Emîniyê de daketin kuçeyan, dirûşmeya "Bimre dîktator" berz kirin.
Rêxistinên jinan ku ji bo bîranîna Jîna Emîniyê li Kafikoyê li hev kom bûn, diyar kirin ku dê li her derê cîhanê bibêjin "jin, jiyan, azadî" û peyama têkoşîna li dijî dîktatoriyê dan.
Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran jin daketin qadan û Jîna Emîniyê bi bîr anîn, silav li salvegera berxwedanê kirin.
41 Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê yên di çalakiya vê hefteyê de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Di pêşengtiya KCD’ê û DBP’ê de êrişên PDK’ê li navçeya Silopiyayê bi meşekê hat protestokirin. Tevî êrişên leşkeran jî daxuyanî hat dayîn û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz êrişên li ser başûrê Kurdistanê tên kirin şermezar kir û got: "Ev êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne. Ev êriş tenê di berjewendiya malbata Barzanî û hevkarên wan de ne.
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê diyar kir ku tevî girtiyê nexweşê giran Saît Gurkan ê 30 sal in girtî ye cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî 6 mehan hate taloqkirin.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Nurettîn Ercemcî yê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ragirtî ye, were berdan.