Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
- rojane
- 14:53 26/9/2023
Peyama kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin.
Peyama kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin.
Di rapora ku Partiya Çepên Kesk a li ser dorpêça leşkerî ya zêdeyî 2 meh in li gundê Bana dewam dike de hat amadekirin hat ragihandin ku zexteke giran li welatiyan tê kirin û welatî nikarin ji malên xwe derkevin
Muhammed Eren Sutçu ji ber êrişa xwe ya li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê dihat darizandin û daxwaza darizandina Sutçu ya bi awayekî girtî hate redkirin.
Siyasetmedarê girtî Alî Urkut di Doza Kobanê de parastina xwe kir û diyar kir ku dozên derbarê wî de hatine vekirin li dosyeya wî hatiye zêdekirin û ev pirs ji dozger kir, “Gelo her kesê di Deriyê Sînor ê Xabûrê de derbas dibe, diçe Qandîlê?”
Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk weke “Ji bo azadiyê” hate diyarkirin.
HSD’ê ragihand ku hêzên wan pêşî li êrişeke nû ya 2 komên çekdar ku dixwestin têkevin rojhilatê Dêrazorê, girt.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 31 meh in tu agahiyan jê nagirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Emniyetê destûr neda ku şîna rojnameger Seyît Evran were danîn. Di heman demê de emniyetê nifteya Mala Şînê ya Navendî jî desteser kir.
Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran diyar kir ku li dijî tecrîda Îmraliyê dê hewldanên wan hebin û wiha got: “Divê li dijî vê bihiqûqiyê bê lêbê û belê deng were derxistin.”
Rojnameger-nivîskar Seyît Evran dê sibe li Qamişloyê bê oxirkirin.
Rojnameger Seyît Evran, beriya jiyana xwe ji dest bide têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bi MA’yê re axivî. Evran, wiha got: “Fikra ku dixwestin tune bikin, li cîhanê belav bû.”
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser tundî û binpêkirina mafan ên di serdegirtinên malan de û got: “Divê binçavkirinên bi rengî yên bêhiqûqî neyên jibîrkirin. Divê serî li hemû rêyên qanûnî bidin.”
Rojnamevan Seyîd Evran di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Hevreyê wî Azîz Koyluoglû yê ku 24 sal in pê re dixebitî wiha qala wî kir: “Em di şexsê heval Seyîd de bi awayekî zelal dibînin ku divê şoreşger, rojnamegerek çawa bijî."
Mele û alimên kurd ên bertek nîşanê nêzîkbûna li cenazeyan dan, anîn ziman ku ev faşîzm û hovitî ye û xwestin ku herkes ji vê zilma tê kirin re rabe ser xwe.
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku Komkujiya Vartînîsê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku lewma divê nekeve ber demboriyê.