Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
- rojane
- 14:28 01/11/2023
Baro, OHD û TUHAY-DER ên Wanê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Wan, Panos û Xelatê û hat gotin girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, nameyên kurdî nadin girtiyan û rêveberiya girtîgehan bi pirsên wek “gelo tu derkevî tu yê bizewicî?” berdana girtiyan asteng dikin.