Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 13:51 1 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyayê 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li navçeya Silopiya Şirnexê polîsan li taxên Dîcle, Ş. Harun û Başakê avêtin ser malan. Di serdegirtina malan de Hasan Azma, Mesut Avil, Serkan Bayrak, Yusuf Saymak û Yusuf Pîrînç hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirina 5 ciwanan nehate zanîn. Her 5 kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Silopiya.