Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
- rojane
- 09:01 15/12/2023
Kavilên avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan li Goristana Karapinarê ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan lê hatine veşartin, tên rijandin. Ji mexdûrên erdhejê Alîcan Yilmaz bertek nîşanî vê da û got ku dema ew wan kavilan dibînin roja erdhejê tê bîra wan.