Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
- rojane
- 11:55 15/12/2023
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê beriya hilbijartinê mîlyonan pere da şaredariya AKP’î. Şaredariya AKP’î jî neguhêzbar da ber firotinê.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê beriya hilbijartinê mîlyonan pere da şaredariya AKP’î. Şaredariya AKP’î jî neguhêzbar da ber firotinê.
Abdulalîm Kaya bi îdiaya “her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatiye girtin ku AYM’ê ev sûc betal kiribû. Kurê Kaya, Felemez Kaya diyar kir ku rewşa bavê wî nebaşe û wiha got: “Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî. Divê tavilê were berdan.”
Doza cîgirê midûr Burak Ercan ku li Cîzîrê li dijî 43 xwendekaran îstîsmara zayendî kiribû bi hinceta mutalaa nehatiye amadekirin hate taloqkirin.
Ji rêveberên Baroya Amedê Adîle Salman diyar kir ku girtî li bendê ne ku tevahiya rêxistinên demokratîk û raya giştî piştgiriyê bidin çalakiya wan a greva birçîbûnê ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dane destpêkirin.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtina li Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Girtî Baran Eman ê di çalakiya greva birçîbûnê de wiha got: “Yekane kesê bikare şer, qirkirin, pişaftin û înkarê bide sekinandin birêz Abdullah Ocalan e.”
Endamên Delegasyona Jinan a Navneteweyî ku li Amed û Stenbolê hevdîtin kiribûn, diyar kirin ku divê tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan tavilê were berdan.
Hevserokê CRED’ê Fabio Marcellî, diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û wiha got: “Divê CPT’ê bi helwesteke bibîryar têkildarî rewşa Ocalan daxuyaniyekê bide.”
Endamê HPG’ê Mahsûm Yilmaz (Tolhildan Hîzan) du sal berê li Garzanê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Xîzanê hate definkirin.
“Dîroka” restorasyona avahiyên tescîlkirî yên li taxên Sûrê ku di dema qedexeyên derketina kolanan de hatibûn hilweşandin bi dawî bûye lê hêj jî didome. Ji xwediyên milk Sedat Aydin ku ji bo Sûrê dibêje “nasnameya min e”, ev 8 sal in ji bo mala xwe têdikoşe.
Rêxistinên maf û hiqûqî yên Îzmîrê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ji aliyê girtiyan ve hatine destpêkirin û gotin, divê Girtîgeha Îmraliyê ji bo aştiyê bê girtin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 52 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 19’an de didome.
Parêzerê rojnameger Silêman Ehmed ê ku 52 roj in agahî jê nayê standin, da zanîn ku asayîşa PDK’ê sûc dike û got: "Gumanên me hene. Tevî hemû serlêdanên me jî, nahêlin hevdîtinê pê re bikin. Ev tişta ku tê kirin sûc e.”
Birayê Necla Yildiz a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê de ye, Kamber Yildiz, diyar kir ku divê gelê kurd xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve û got: "Divê gel li cem girtiyan be û li her derê bertek nîşan bide."