ESKÎŞEHÎR - Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê Ceren Kokoglû bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestoyî yên ji bo Ekrem Îmamoglû, hate binçavkirin.
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Eskîşehîrê Ceren Kokoglû, bi hinceta beşdarî çalakiyên protestoyî yên li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûye, hate binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên serê sibehê de li gel Ceren Kokoglû, kesên bi navên Bêrîvan Ozkara û Aybora Saglam jî hatin binçavkirin.