ESKÎŞEHÎR - Li Eskîşehîrê 13 xwendekarên di çalakiyên Îmamoglû de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Bi hinceta ku li Eskîşehîrê beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûne, 13 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwenekarên binçavkirî Îbrahîm Demîryurek, Ceren Leventoglû, Serhan Balli, Yîgît Uçar, Rojhat Demîrdoken, Ozan Demîr, Denîz Tepe, Sila Çinar, Sumeyye Terzîoglû, Uygar Ugurlu, Tevfîk Dervîş Sakalli, Yûsûf Ozdemîr û Mert Guzel piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.