NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz diyar kir ku banga Abdullah Ocalan firsendeke sedsalî ye û got: “Heke ev pêngav bi ser keve dê tu kes winda neke.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Banga Abdullah Ocalan, wekî manîfestoya sedsalê hat pênasekirin. Hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat piştgiriyeke mezin ji bo banga Abdullah Ocalan hat nîşandan. Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK'ê jî agirbest îlan kir. Lêbelê heta niha ji aliyê dewleta tirk ve gavên şenber nehatine avêtin. Çavên herkesî jî li gavên ku dewlet biavêje ye.
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz têkildarî banga Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
'MANÎPÛLEKIRINA PÊVAJOYÊ DIJÎTIYA PÊNGAVÊ YE'
Ehmed Şehbaz, diyar kir ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û pir rengî pêwîstî bi vê pêngavê hebû û wiha got: “PKK dixwaze di navbera gelan de, ol û baweriyan de tifaqiyekî pêş bixe. Ji ber ku bi hezaran sal in ev nakokiyên di navbera gelan yê ziman, çand, ol û bawerî bûye sedemê şeran. Ji ber vê yekê di sedsala 21'emîn de tê xwestin ku gel bi gelan re şer neke. Li dijî hev nekevin nakokiyan. Ev banga Rêber Apo ji sala 1993'yan de hatibû kirin û ev pêvajo hatibû destpêkirin. Lêbelê ev pêvajo û Rêbertî nehatin fêmkirin. Rêbertiyê pêwistiyên gelan bi vekirî û xal bi xal vegot. Lêbelê pergalên ku dijîtiya vê dikirin nexwestin ku ev pêngav bigihije armanca xwe. Ev banga hatiye kirin bangeke dîrokî ye. Ji bo mirovahiyê, ji bo netewan û ol û baweriyan pêngava biratiyê ye. Lêbelê heke ku bi awayeke nijadperestî nêzikî vê pêngavê bibin dê şîroveyên cuda jî derbikevin holê. Manîpûlekirina pêvajoyê dijîtiya vê pêngavê ye.”
'EM BI RÊBERTIYÊ RE NE'
Şehbaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her pêngava ku Rêbertî diavêje ji bo me pêngaveke dîrokî ye. Em vê pêngavê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn weke gaveke dîrokî dibînin. Em heta dawiyê piştgiriya vê pêngavê dikin. Heke ku gava ku hatî avêtin ji bo berjewendiyên mirovahiyê be helbet em ê piştgiriyê bidin. Kesên ku vê pêngavê sabote dikin ne ji mirovahiyê re xîzmet dike. Ev şoreşe li ser 4 kesan hate avakirin û piştre jî vê şoreşê xwe gihande mîlyonan. Rêbertî her tim xwestiye ku ji mirovahiyê re tiştek bike. Weke şeniyên Mexmûrê em her tim bi Rêbertiyê re ne. Divê ku em destê Rêbertiyê yê aştiyê xurtir û bihêztir bikin. Tişta ku ji me tê xwestin em amadene ku bikin.”
'DIVÊ EM VÊ PÊNGAVÊ BIHÊZ BIKIN'
Bi domdarî Şehbaz bi lêv kir ku herkeseke ku xwe ji aştiyê berpirs dibîne divê ku xwedî li vê pêngavê derbikeve û wiha got: “Şer hêsan e û herkes dikare çek biavêje milê xwe û kesekî bikuje. Lebelê di şerê 40 salan ê li hemberî dewleta Tirk de şerê mirovahiyê bû, şerê mafê xwe parastinê bû, parastina mafê zimanê dayikê bû. Helbet janên aştiyê dê hebin. Provakasyon dê hebin, kesên ku dixwazin pêvajoyê vala derbixînin dê hebin. Lêbelê sekna me ya di vê pêvajoyê de ji sekna me ya 40 salan de gelek girîngtire. Em çawa dikarin vê pêngavê fêm bikin, em çawa dikarin bi vê pêngavê Tirkiyeyeke demokrat, wekhev ava bikin? Ji bo vê ked hewce dike, berpirsyarî pêwîste. Ji ber wê jî ji bo ku em vê pêngavê sedî sed bigihînin armancê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em çiqasî xwe birêxistin bikin em ê ewqasî nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin. Divê em vê berpirsyartiyê tenê li ser milê Rêbertiyê nehêlin.”
'DIVÊ KU DEWLET ZIMANÊ XWE BIGUHERÎNE'
Şehbaz, da zanîn ku divê Tirkiye vê firsenda sed salî ji dest nede û rê li sabotekirina pêvajoyê bigire û wiha domand: "Rêbertî, analîza her pêvajoyekî baş dike. Ji ber ku Rêbertî hem pêşeroja gelan baş dixwîne û hem jî şerê ku diqewime baş analîz dike. Ji ber wê pêwîstî bi vê gavê dibîne. Rêbertî tişta ku ketiye ser milê xwe kir. Lêbelê dewlet li ku disekine? Divê ku mirov vê bipirse. Dewlet hê bi zimaneke neyînî û zimanê şerê taybet bikar tîne û tevdigere. Divê ku dewlet di serî de zimanê xwe biguherîne û piştre jî vê pêngava ku hatiye avêtin baş bixwîne û analîz bike. Îro di cîhanê de aloziyên herî mezin li Tirkiyeyê rû didin. Divê ku em vê sedsala pêşiya me bikaribin bikin sedsala bi hevre jiyankirinê. Lêbelê hê dewlet bi berjewendiyên takekesî nêzikî pêvajoyê dibe. Ji bo ku desthilatdariya wê ji dest dernekeve her tiştekî dike. Lê divê ku kesên aştiyê, azadiyê û demokrasiya gelan diparêzin rê ne de ku ev pêvajoye bê sabotekirin. Heke ku dewleta Tirk vê pêngavê paş nexwîne û analîz neke dê firsenda sedsalî winda bike û bedelên giran bide."
'HEKE EV BANG GIHIŞTE ARMANCA XWE KESEK WINDA NAKE'
Ehmed Şehbaz xwest Kurd tifaqiya xwe xurt bikin û xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Şehbaz, axaftina xwe wiha qedand: “Heke ku şert û mercên Rêbertiyê neyên çêkirin ev pêvajo weke ku tê xwestin nayê meşandin. PKK îro agirbest îlankiriye lêbelê dewleta Tirk bi rojan çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Çi ji destê wê tê dike. Ev jî ji aliyê kesên ku di nava dewletê de naxwazin aştiyeke navxweyî çêbibe pêk tê. Em dibînin hem di nava Tirkan de û hem jî di nava Kurdan de kesên ku aştiyê naxwazin hene. Dema ku PKK'ê şer dikir ew kesên ku digotin,' PKK çima şer dike?' îro li dijî pêngava ku Rêbertiyê daye destpêkirin derdikevin. Lê îro pêdiviya me bi demokrasiyê heye. Divê ku em vê rewşa aloz veguherînin demokrasiyê û aştiyê. Divê ku Kurd piştgiriyeke xurt bidin vê pêngavê û bi tifaqiya xwe xwedî lê derkevin. Divê ev pêngav bigihîje armanca xwe. Heke gihişt armanca xwe tu kes winda nake.”
MA / Zeynep Durgut