Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin

  • rojane
  • 08:56 27 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê de 3 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn. 

Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Hat ragihandin ku li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di encama pevçûnên li Zap, Avaşîn û Metînayê de berbaz Necdet Çaliş û leşkerên bipeyman Emrah Gunduz û Fevzî Kiziltaş hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. 
 
Wezareta parastinê ya dewleta tirk têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku di pevçûnan de 3 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.