AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 23:27 26 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê, ragihand ku ji ber şertên hewayê yên neyînî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne. 

Serokatiya Rêveberiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) têkildarî bahoz û barana zêde ya li gelek herêman bi bandor bû daxuyanî da. AFAD’ê di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba medyaya dîjîtalê parve kir de ragihand ku ji ber bahoz û barîna barana zêde li Konya û Sînopê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û li Konya, Sînop û Gîresûnê jî 10 kes birîndar bûne. 
 
LI 47 BAJARAN HIŞYARIYA QODA PORTEQALÎ Û ZER 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ji ber rewşa hewayê ya neyînî ji bo 47 bajaran bi qoda zer û ji bo 29 bajaran jî bi qoda porteqalî hişyarî kir.