Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar

  • rojane
  • 19:17 26 Mijdar 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar çêbûn û li qereqolên li ser sînor hate xistin. 
 
Li ser dewleta tirk êrişî mewziyên QSD’ê yên bajarê Dirbêsiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li hemberî Dirbêsiyeya girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê kir, li ser xeta sînor pevçûnên dijwar rû dan.  
 
Di pevçûnên berdewam dikin de li qereqolên dewleta tirk hatin xistin û hate diyarkirin ku gelek roket bi qereqolan ketine. Leşkeran destûr neda welatiyên ku xizmên xwe mereq kirin û xwestin biçin gund. Welatiyên li gund jî ragihandin ku ji ber pevçûnan nikarin ji malên xwe derkevin.