ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN

  • rojane
  • 09:00 26 Mijdar 2023
  • |
img
 
* Înfaza girtî Cengîz Akkaya yê di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konayayê de ku berê bi hinceta "ji rêxistinê veneqetiyaye" hatibû taloqkirin, careke din bi heman hincetê hat taloqkirin. 
 
* Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek bi awayekî destkelemçekirî hatibû muayenekirin. Rêveberiya girtîgehê daxwazanmeya Ozbekê ya di vî warî de bersivand û parast ku muayeneya hatiye kirin "li gor pêdiviyên tibbî" hatiye kirin. 
 
* Abdulbarî Yildirim ê 61 salî ku 30 sal in girtiye, ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" qebûl nake, nayê berdan. Hevjîna wî Hanim Yildirimê xwest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê. 
 
* ANYAKAY-DER dê 3’yemîn Kongreya Asayî li Eywana Dawetan a Labella ya li Okmeydaniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê tev li kongreya DBP’a Êlihê bibe. (12.00)
 
* Jînart Huner dê bi beşdariya jinên dengbêj li Dêra Azîz Vukolosê konsera “Denbêjên Jin” li dar bixe. (19.00)