Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin

  • rojane
  • 16:35 25 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan bi rêveberên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û Yekitiya Komeleyên Erzirom û Îzmîrê re hatin cemhev. 
 
Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan bi rêveberên Yekitiya Komeleyên Erzirom Îzmîrê û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal re hatin cemhev. Bakirhan û şandeya pê re rêveberên komeleyan li pêşiya deriyê avahiyê Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşwazî kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat li dar xistin.