Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin

  • rojane
  • 14:40 25 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê polîsên ku êrişî çalakiya 25’ê Mijdarê kirin, rojnamevan Zeynep Dûrgût, Omer Akin û Rozerîn Gultekîn binçavkirin. 
 
Jinan xwest li Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî e meşekê li dar bixin. Lê polîsan êrişî meşê kirin û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Omer Akin, nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û gelek jin binçavkirin. 
 
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Bajêr.