ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 25 Mijdar 2023
  • |
img
* Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê daxwaza girtiyan a ji bo amûra dawerivandinê bi hinceta "ewlehiyê" hat redkirin. 
 
* Li Farqînê avahiyên dîrokî ku nûnertiya dîroka bajêr dikin, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Avahiyên dîrokî bûne cihê tiryakkêşan. 
 
* Rêveberê NADA Abeer Hassaf anî ziman ku berxwedaniya jinan û îtifaqê wê her roj mezintir dibin û wiha got: "Astengiya li ber rêxistineke jinan a gerdûnî, dîwarên netew-dewletan e. Divê jin rêxistin û tifaqa xwe xurttir bikin û wî dîwarî hilweşînin."
 
* Aktivîstê mafên mirovan ê filistînî Îssa Amro diyar kir ku gava dewlet piştgiriya Îsraîlê nekin, dê Îsraîl nikaribe êrişên xwe bidomîne û got: "Em dixwazin wekî neteweyeke xwedî mafên wekhev û azad bin." 
 
* Agahînewergirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 33 meh li dû xwe hiştin. Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha 475 serlêdanên hatine kirin jî bê encam mane. 
 
* Ji rojnameger Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin ev 32 roj in tu agahî nayên girtin. Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku hemû serlêdan û hewldayin bê encam mane û got: "PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Lê belê asayîşa Hewlêr û Dihokê îdîa dikin ku Ehmed ne li gel wan e." 
 
* Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê li navenda partiya xwe bi Yekitiya Komeleyên Îzmîr û Erziromê û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal re bicive. (11.00/13.30)
 
* Dayikên Şemiyê dê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û darizandina faîlên wan dê cara 974’emîn li Qada Galatasarayê bên bahev. (12.00)
 
* Ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re dê li Enqere û Mêrsînê daxuyanî bên dayîn. (12.00)
 
* Malbatên Windakiriyan û ÎHD dê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe bidomînin. (12.00)
 
* Ji bo girtiyên nexweş dê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (12.00-13.30)
 
* Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê dê li dijî bêhiqûqiyan ji Konakê heta Qada Cûmhûriyetê “Meşa Demokrasiyê” li dar bixin. (16.30) 
 
* Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî de dê li Wan, Amed û Stenbolê meşen girseyî bên lidarxistin. (10.00/16.00/16.00) ZINDΠ
 
* Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî de dê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û aktîvîteyên cûr bi cûr bên lidarxistin. (10.00-19.00)