Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin

  • rojane
  • 14:21 24 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Navçeya Amûdê ragihand ku di encama êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de welatiyek hate qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn. 
 
Dewleta tirk duh bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî wesayîteke li navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Meclisa Navçeya Amûdê diyar kir ku di encama êrişa şevê din de welatiyek hate qetilkirin û 2 welatî jî birîndar bûne. 
 
Meclisê li dijî êrişên dewleta tirk banga hestiyariyê kir.