Li Îranê ciwanek hate darvekirin

  • rojane
  • 10:10 24 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Îranê Mîlad Zohrevand ê 21 salî duh hatiye darvekirin. 
 
Hate diyarkirin ku li Îranê Mîlad Zohrevand ê 21 salî ku ji 27’ê cotmeha 2022’yan ve girtî ye duh bi awayekî veşartî hatiye darvekirin. Hate zanîn ku ji ber Zohrevand tev li çalakiyên “jin jiyan azadiyê” bûye hatiye girtin û pişt re di doza dihate darizandin de bi îdiaya “peywîrdarê hikumetê kuştî ye” cezayê mirinê lê hatiye birîn.