Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 09:38 24 Mijdar 2023
  • |
img
DÎLOK - Li Dîlokê êrişî dawetekê hate kirin. Di êrişê de kesek mir 4 kes jî birîndar bûn. 
 
Li Taxa Aydintepe ya girêdayî navçeya navendî ya Şehîtkamîl a Dîlokê duh bi şev li dijî daweteke li kolanê hate kirin bi çekê êrişek pêk hat. Di êrişa ji aliyê hevjînê bûkê yê berê û xizmên wî ve hate kirin de Mûrat Kara (32) yê hate diyarkirin ku xizmê zava ye jiyana xwe ji dest da. 4 kesên hatin birîndarkirin jî piştî mudaxileya ewil rakirin Nexweşxaneya Şehîtkamîl. Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan.