Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin

  • rojane
  • 16:17 23 Mijdar 2023
  • |
img
SÊRT - Karker Orhan Gultekîn ê di kana madenê ya Cengîz Holdîngê de dixebitî û di hezaza çêbû de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hate vaşartin. Cenazeyên endezyar Zekayî Can Çalik û Emre Gokduman jî şandin bajarên wan. 
 
Li kana madene ya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê ya li gundê Madena navçeya Şêrwan a Sêrtê, duh di saet 01.25’an de hezaz çêbû û 2 jê endezyar 1 jê karker 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Karkerên ji hezazê birîndar xelas bûbûn bi ambûlansê şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê. Hat zanîn ku karker Orhan Gultekîn (26) ji Sêrtê ye, endezyar Zekayî Can Çalik (32) ji Gîresûnê û endezyar Emre Gokdûman (24) jî ji Sêrtê ye. 
 
3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Şirvanê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de endezyarê kana madenê Y.K., pisporê ewlehiya kar A.T. û nezaretvanê daîmî D.A. hatin binçavkirin. 
 
XEBAT HATIN SEKINANDIN
 
Karûbarên îfadeya kesên hatine binçavkirinê berdewam dike û hat zanîn ku şandeya ji bo lêkolîna hezaza li kanê çêbûye, lêkolîn kirin û piştî lêkolînê xebatên kanê bi demkî dane sekinandin. 
 
Cenazeyê Orhan Gultekîn ê zewicî û 2 zarokên wî hene, piştî karûbarên otopsiyê teslîmî malbatê hate kirin. Malbatê cenazeye Gultekîn li Goristana Zeviyeyê veşart. 
 
Cenazeyê endezyar Zekayî Can Çalik ji bo veşartinê şandin Gîresûnê û cenazeye Emre Gokdûman jî şandan Îzmîrê.