Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!

  • rojane
  • 09:15 23 Mijdar 2023
  • |
img
 
AMED - Li wargeha jinan ya bi navê “Iyaz Bîn Ganem” ya girêdayî KYK’yê di nava xwarina xwendekaran de pakêt û îzmarîta cixarê derket.
 
Li Amedê duh şev di wargeha jinan ya bi navê “Iyaz Bîn Ganem” de ku girêdayî Saziya Kredî û Wargehan (KYK) e, îzmarît û pakêtek cixarê di nava xwarina xwendekaran de derket. Li wargeha ku di nava kampusa zanîngehê de ye, çend carên din jî pirsgirêka xwarinê bûbû rojev. Niha jî xwendekaran bi telefonên xwe ev kêlî qeyd kirin û bertek nîşanî vê paşguhkirinê dan.