Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin

  • rojane
  • 14:05 20 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê, ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar Abdulalîm Kaya, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê dan.
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan û Parlamentera Êlihê Zeynep Odûncû ji bo girtiyê 80 salî û ji sedî 93 astegdar Abdulalîm Kaya, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. 
 
‘JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE’
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Abdulalîm Kaya yê di Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê de tê ragirtin, bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne û ev tişt hatin gotin: “Li gorî agahiyên me bi dest xistine, teşhîsa demansê li girtî hatiye kirin. Herwiha çavê girtî yê çepê nabîne û guhê wî yê çepê nabihîse. Tê zanîn ku gurçikên girtî naxebitin û girtî ji ber nexweşiya xwe ya dil berî salekê anjiyo bûye.”
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê derbarê Kaya de rapora ji sedî 93 astendar e, daye û hat xwestin û înfaza Kara were taloqkirin. 
 
Herwiha her du parlementer bi daxwaza Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne, pêşniyazpirs dane Meclisê.