Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin

  • rojane
  • 12:03 20 Mijdar 2023
  • |
img
ÊLIH - Cenazeyê zaroka yek salî ku li Êlihê ber ava lehiyê ketibû hate dîtin. 
 
Li Êlihê duh bi şev baraneke zêde barî. Lalîxan Guner a 54 salî li taxa Seyîtler ber ava lehiyê ket û jiyana xwe ji dest da. Di heman taxê de 3 xwişk û birayên hev ên temenên wan di navbera 1 û 9 salî de jî ber ava lehiyê ketin û winda bûn.  
 
Di saetên serê sibê de cenazeyê Îsrafîl Guner ê 5 salî hate dîtin. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyê zaroka 1 salî ku navê wê nehate zanîn jî hate dîtin. Ji bo zaroka 9 salî bê dîtin xebatên lêgerînê berdewam dikin.