Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 11:52 20 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Di maça Amedspor û Fethiyesporê de 4 kesên bi hinceta "Di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûn ser piyan" hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Di maça di navbera Amedspor û Fethiyesporê de hatiye listin de 4 kesên bi hinceta "Dema Sirûda Îstîklalê hatiye xwendin de ranebûne ser piyan" hatin binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 3 ji wan derveyî stadyûmê hatibûn berdan. 
 
HATE DERBKIRIN
 
Polîsan ji cîwanên hatibû binçavkirin, Endamê Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mûhsîn Aydogdû, bi hincetên "li dijî polîsan li ber xwe daye", "bi awayekî aşkere serweriya dewletê reşkiriye" birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku Aydogdû, di dema binçavkirinê de rastî derbkirina polîsan hatiye û piştî karûbarên îfadeyê yên serê sibê, hatiye berdan.