Li gundên Farqînê lehî rabû

  • rojane
  • 18:25 19 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Li gundê Fêra yê navçeya Farqînê ji ber baranê lehî rabû û lehiyê xesar gihand derdorê. 
 
Li gundê Fêra yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve ji ber baranê lehî rabû. Ava ku ji Çemê Xiyaz Bega û Çemê Delê hatin li nava gundê Fêra gihîştin hev bû lehî. Lehiyê xesarek mezin da ka û erdên gundiyan. Lehiya li gund rabû lodên kayê û gelek alav û amûrên li nava gund dan ber xwe. Gelek alavên gundayan bi lehiyê re çûn.