Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike

  • rojane
  • 16:15 19 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 31 bajaran bi kodên torincî û zer hişyarî da. 
 
Du roj in li seranserî welêt baran û berf dibarin, hewayeke sar heye û bager radibin. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku dê berf, baran û bager hefteya pêş jî li hinek herêman bidomin. Di daxuyaniya dawî de midûriyetê ji bo 31 bajaran bi kodên torincî û zer hişyarî kir. 
 
Ji bo bajarên Semsûr, Êlih, Çewlig, Amed, Erzîngan, Colemêrg, Riha, Şirnex, Dêrsim, Bolu, Duzce, Karabuk, Kastamonu, Sakarya û Zonguldakê bi koda torincî, ji bo Agirî, Erdexan, Bedlîs, Elezîz, Erzirom, Qers, Mêrdîn, Meletî, Mûş, Sêrt, Bartin, Bîlecîk, Bursa, Kocaelî, Mersîn û Yalovayê jî bi koda zer hişyarî hate kirin.