26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin

  • rojane
  • 12:28 19 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin 26 roj in tu agahî jê nayên girtin. 
 
Edîtorê Beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed dema di 25’ê cotmehê de ji serdana malbata xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigeriya Herêma Federe ya Kurdistanê, li Deriye Sînor ê Sêmelkayê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin. 
 
Asayîşa Dihokê ya girêdayî PDK’ê 6 roj piştre daxuyaniyek da û bi îdiaya “Ehmed Silêman rojnameger nîne” li xwe mikûr hat ku wan binçav kiriye. 
 
Ji wê rojê heta niha tu agahî bi malbat û parêzerên Ehmed re nehatine parvekirin.