Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin

  • rojane
  • 11:40 16 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Ahmet Ûzûn ê li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Ûzûn a 5 mehî ducanî bû qetil kir hate girtin.  
 
Faîl Ahmet Ûzûn ê duh li Taxa Çomlekçî ya girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hevjîna xwe Fîdda Ûzûn (24) a 5 mehî ducanî bû qetil kir, piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Kaniya Xezalan sewqî edliyeyê hate kirin. 
 
Ûzûn piştî wergirtina îfadeyê ya dozgeriyê û dadgeriyê hate girtin û şandin girtîgehê.