Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 11:10 14 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di êrişa duh bi şev ya dewleta Tirk a li Sinunê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. 

 
Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta tirk duh bi şev li bajarokê Sinûnê yê Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 kes birîndar bûbûn. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di êrişa duh bi şev ya dewleta tirk a li Sinunê de şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr jiyana xwe ji dest dane. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ji malbatên Şengalî û Feqîr sersaxî xwest û destnîşan kir ku dê Şengal hertim rizgar bimîne û soza tolhildanê da.