Amedsporê li deplasmanê pûanek stand

  • rojane
  • 16:53 12 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Di maça deplasmanê ya bi 24 Erzîncansporê re Amedsporê pûanek wergirt. 
 
Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor di hefteya 13’emîn a lîgê de li deplasmanê bi 24 Erzîncansporê re lîst. 
 
Di maçê de her du tîman jî çi gol neavêtin, maç beranber xelas bû û her du tîman puanek stand. Bi vê yekê re puanên Amedsporê bûn 30. 24 Erzîncanspor jî puanên xwe kir 23 û di lîgê de rêza xwe ya 25’an parast. 
 
Amedspor heta niha jî di tu maçan de têk neçûye. Di navbera wê û tîma duyemîn a lîgê Isparta 32 Sporê de tenê 3 pûan ferq heye. 
 
Amedspor dê hefteya pêş jî bi Fethiyesporê re bilîze.