Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir

  • rojane
  • 16:50 17 Cotmeh 2023
  • |
img

AGIRÎ - Li navçeya Panosê Cemîl Turk ê cerdevan keça xwe kuşt û lawê xwe jî birîndar kir. 

 
Li gundê Aktepeyê yê bi ser navçeya Panosê ya Agiriyê ve cerdevanê teqawîd ê bi navê Cemîl Turk bi sîlehê êrişî keça xwe Dîlan û lawê xwe Ercan kir. 
 
Li ser gilîkirina gundiyan tîmên tenduristiyê û leşkeran çûn gund. Tîma tenduristiyê diyar kir ku Dîlan Turk di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Ercan Turk jî bi xedarî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneyê Dewletê y Panosê. 
 
Piştî bûyerê leşkeran Cemîl Turk kirin binçavan.