Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir

  • rojane
  • 11:03 17 Cotmeh 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Dayika Zekiye Alkan a di Newrozê de li ser sûrên Amedê bedena xwe şewitandibû, Îsmet Alkan wefat kir. 
 
Zekiye Alkan di pîrozbahiyên Newroza sala 1990’an de li ser sûrên Amedê bedena xwe şewitandibû. Dayika Alkan, Îsmet Alkan wefat kir. Alkan, di roja yekşemê de krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê rehmet kir. Cenazeyê Alkan dê îro di saetên nîvro de piştî torena li Cemxaneya Narlidereyê, li Goristana Narlidereyê bê definkirin. 
 
Piştî merasîma definkirinê, dê li cemxaneyê loqme were belavkirin.