Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin

  • rojane
  • 21:42 1 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Medhatiyê yê li başûrê bajarê Babil, agir bi malekê ket û di encamê de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li bajarokê Medhatiyê yê dikeve başûrê bajarê Babilê ji ber ceyranê agir bi malekê ket û şewat derket. Hat diyarkirin ku di encama şewatê de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Parastina Şaristaniyê ya Iraqê ragihandibû ku di nava sê salên borî de zêdetirî 100 hezar buyerên şewatê li Iraqê hatine qeydkirin ku 19 hezar ji wan di destpêka vê salê de çêbûne.