HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da

  • rojane
  • 18:34 1 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDAN NÛÇEYAN - Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ragihand ku çalakiya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a Enqereyê, ji aliyê tîmek Tabûra Nemiran ve hat lidarxistin.
 
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkîldarî çalakiya danê sibehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a li nêzî Meclisê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniya navborî ku li ser malpera ANF'ê ye hatiye gotin ku çalakiyê Tabûra Nemiran li dar xistiye û li dijî avahiya Wezareya Karên Hundir a Tirkiyeyê çalakiyeke fedayî pêk aniye.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakî ji aliyê nedamên Tabûrê, Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve pêk hatiye.