Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin

  • rojane
  • 13:45 1 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di meha îlonê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di navbera 2-29’ê îlonê de li dijî Efrîn û Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî nûçeya ANHA’yê; navendê ragihand ku dewleta tirk û komên paramîlîter 91 caran êrişî 40 gund û bajarokên Efrînê û Şehbayê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişan de windahiyên can çênebûn lê ziyanên madî pêk hatin.